Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêsniyê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna navbera du koman de kesekî canê xwe ji dest da.
Derengê şeva li navçeya Bêsniyê ji ber sedemeke nediyar di navbera du koman de nîqaş derket û piştre nîqaş veguherî pevçûna bi kêran.
Di pevçûna bi kêran de welatiyê bi navê Mehmet Bozbayir ku hewl dida navbijêniyê bike, bi derbeya kêrê giran birîndar bû.
Tîmên tenduristiyê Mehmet Bozbayir veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Bêsniyê.
Lê Bozbayir li nexweşxaneyê tevî midaxeleya bijîşkan mir.
Derbarê bûyerê de 2 gumanbar ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin, lê nayê zanîn ka pevçûna her du koman li ser çi bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse