Li Qamişlo teqîn: Birîndar hene

11-02-2024
RÛDAW
Nîşan Qamişlo Otomobîl Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li başûrê bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê, 2 kes di teqîna otomobîlekê de birîndar bûn.

Otomobîlek serê sibeha îro li ser rêya başûrê Qamişloyê bi mayînekê hat teqandin.

Çavkaniyekê ji asayişê, ji medyaya Rêveberiya Xweser re eşkere kir ku di teqînê de 2 kes birîndar bûn

Tîmên tenduristiyê her du birîndarên teqînê birin nexweşxaneyeke bajarê Qamişlo da ku çareseriya pêwîst wergirin.

Heta niha nasnameya her du kesên birîndar nehatiye eşkerekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst