Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Trump ultîmatomek da welatên Ewropayê û ragihand ku ew dixwaze heta sala 2027an piraniya berpirsyariyên xwe yên di nava NATOyê de radestî wan bike.
Washington dixwaze ku Ewropa di nava du salan de piraniya berpirsyariyên NATOyê û erkên plansaziyê yên krîtîk bigire ser milê xwe.
Li gorî nûçeya taybet a Reutersê, Amerîkayê ev peyam vê hefteyê li Washingtonê di civîna navbera rayedarên Pentagonê û şandeyên Ewropayê de daye.
Hat ragihandin ku rayedarên Amerîkî ji hevtayên xwe yên Ewropî re gotiye, birêvebiriya Trump ji gavên ku Ewropayê ji bo zêdekirina kapasîteya xwe ya parastinê avêtine ne razî ye.
Di peyamê de hişyarî hat dayîn, eger Ewropayî heta sala 2027an ji bo wergirtina şiyana parastina konvansiyonel a hevpeymaniyê gavên pêwîst neavêjin, dibe ku Amerîka beşdariya xwe ya di mekanîzmayên kordînasyona parastinê ya NATOyê de rawestîne.
Ultîmatoma 2027an realîst e?
Radestkirina berpirsyariyên Amerîkayê yên di çarçoveya hevpeymaniyê de ji bo Ewropayê, tê wateya guherîneke mezin di NATOyê de.
Ev daxuyanî wekî nîşaneke nû tê nirxandin ku ewlehiya Ewropayê ji bo Amerîkayê êdî ne pêşîn e.
Kapasîteyên parastina konvansiyonel, ji mûşekan bigire heta leşkeran qadeke berfireh li xwe digire.
Ne diyar e bê dê pêşketina Ewropayê ya di nava du salan de li gorî kîjan pîvanan were pîvandin.
Rayedarên Ewropî jî balê dikişînin ser wê yekê ku salnameya ku rayedarên Amerîkî pêşbînî kirine ne realîst e.
Tê destnîşankirin ku ji bo wergirtina berpirsyariyên Amerîkayê tenê pere û îradeya siyasî têrê nake.
Heta ku were xwestin jî hema bêje ne pêkan e ku erk û berpirsyariyên artêşa Amerîkayê yên di NATOyê de di demeke ew qas kurt de bên dewirkirin.
Rayedarên Ewropî diyar dikin, çek û sîstemên parastinê yên Amerîkayê îro bên siparîşkirin jî radestkirina wan bi salan dikişîne.
Di vê navberê de, Amerîka di warên wekî îstixbarat, çavdêrî û keşfê de roleke krîtîk dilîze.
Ev mîsyonên artêşa Amerîkayê ji bo Şerê Ukraynayê jî xwedî girîngiyeke mezin in.
Bayê sar li Hevpeymaniya Rojavayê
Beşdarnebûna Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ya di civîna Wezîrên Karên Derve yên NATOyê de ku vê hefteyê li Brukselê hat lidarxistin deng veda.
Hatibû gotin ku ev yek di dîroka hevpeymaniya parastinê de cara ewil e.
Her wiha belgeya Stratejiya Ewlehiya Neteweyî ya nû ya Amerîkayê ku doh ji aliyê Koşka Spî ve hat eşkerekirin li paytextên Ewropayê bû sedema şokê.
Li Ewropayê nîqaş tên kirin ku Amerîka û Ewropa di cudabûna rêyan de ne û divê Ewropa xwe ji bo "NATOyeke bêyî Amerîkayê" amade bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse