Bakirhan: Em neviyên Şêx Seîd û Seyîd Riza ne, em bêedaletiyê nakin

11-04-2024
Nîşan Tuncer Bakirhan Sêrt DEM Partî Şêx Seîd Seyîd Riza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tuncer Bakirhan got, “Ji ber ku em neviyên Şêx Seîd û Seyîd Rizayan in em bêedaletiyê nakin.”

Hevserokê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, roja duyemîn a Cejna Remezanê çû Sêrtê.

Bakirhan, ji aliyê radeyarên partiyê ve hat pêşwazîkirin û cejna xelkê pîroz kir.

Bakirhan ji bo serkeftina di hilbijartinê de spasiya her kesî kir.

“We şaredarî ji destê dizan rizgar kir”

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Bakirhan piştre seriyek da Dayikên Aştiyê û bi wan re derbasî Şaredariya Sêrtê bû.

Bakirhan li şaredariyê cejna her kesî pîroz kir û got, “We şaredarî ji destê dizan rizgar kir. Spasiya xelkê bajêr dikim.”

“Hûn xelkekî egîd û birûmet in”

Tuncer Bakirhan di berdewamiya axaftina xwe de got:

 “Ev der mala we ye, mala Sêrtiyan e. Îşala dê hevalên me xizmeteke hêjayî we bikin.

Hûn bi ser ketin û deriyê şaredariyê her tim li ber vekirî ye.

Hûn kengî bixwazin, çi daxwaz û pirsgirêkên we hebin, ev derî her tim li ber we vekirî ne.

Hûn xelkekî egîd û birûmet in. Tevî hemû zextan û hilbijêrên qaçax jî we bi sekna xwe ya birûmet şaredarî dîsa stand.

“Ti wateya van zextan ji bo xelkê Sêrtê nîne”

Yên mala we xesp kir, yên ev du serdem in şaredariyê talan dikin, yên diziyê dikin, çand û zimanê we tune dihesibînin dît ku ti wateya van zextan ji bo xelkê Sêrtê nîne.

Tevî zextan jî we îradeya xwe nîşan da. Hevalên me dê her qirûşekî we wekî pereyê xwe bin biparêzin.

“Em neviyên Şêx Seîd in, em bêedaletiyê nakin”

Dê pêşkeşî ti kesî nekin. Dê şaredariya me cihêkariyê neke û adil be.

Ji ber ku em neviyên Şêx Seîd û Seyîd Rizayan in em bêedaletiyê nakin. Em dê bi awayekî wekhev xizmetê ji her kesî re bikin.

“Îradeya gelê me hat xespkirin”

Li hinek bajarên din ên kurdan ên weke Şirnexê îradeya gelê me hat xespkirin.

Li hemû bajaran em di meclisên giştî yên bajêr de bûn partiya yekemîn.

Dê xelkê me yê îradeya wî hatiye xespkirin di hilbijartina pêşiya me de bersiveke mezin bide wan.

Yên şaredariyên Kurdan bi blokên betonan girtin, yên dijmintiya Kurdan kir, winda kir.

Wekî kesên aştîxwaz, edalethez û azadîxwaz hûn bi ser ketin.”

Piştre jî Bakirhan û şandeya pê re seriyek da esnafan û cejna wan pîroz kir.

Bakirhan li Sêrtê rastî eleqeyeke zêde hat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst