Tuncer Bakirhan: Gorên Seyîd Riza û Şêx Seîd eşkere bikin

16-11-2025
Nîşan Tuncer Bakirhan Şêx Seîd Seyîd Riza Pêvajo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, "Ez bangî desthilatê dikim: Gorên Seyîd Riza, Şêx Seîd û hemû windayên me eşkere bikin. Di vê pêvajoyê de ev gav girîng e.”

Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê li saloneke dawetê ya li Taxa Dîkmenê ya navçeya Çankayayê xwarina piştevaniyê li dar xist.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, endamên DEM Partiyê, rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.

“Êdî divê Komara Tirkiyeyê demokratîk be”

Bakirhan di destpêka axaftina xwe de kesên ku di têkoşîna azadî, aştî û demokrasiyê de canê xwe ji dest daye bi bîr anîn û got:

“Ez di şexsê Seyîd Riza de kesên ku di Komkujiya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim.

Êdî divê Komara Tirkiyeyê demokratîk be. Komara 100 salî ji gelan re êş û xwîn anîn.

Di sedsalên borî de ziman, çand û nasname hatin înkarkirin. Em jî dibêjin êdî ne reng bên înkarkirin û ne jî li dijî vê yekê serhildan çêbibin."

"Eger demokrasî hebe dê aştî were"

Bakirhan bal kişand ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan û got ku bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re deriyekî nû hatiye vekirin û wiha pê de çû:

"Rojhilata Navîn niha di nav şer û pevçûnan de ye. Sedema vê jî sîstemên heyî ne. Ji ber înkarkirin û nebûna demokrasiyê şer û pevçûn hene.

Niha em di pêvajoyeke gelekî girîng re derbas dibin. Demokrasî û aştî divê bi hev re bin. Eger demokrasî hebe dê aştî jî bê vî welatî.

“Gorên Seyîd Riza û Şêx Seîd eşkere bikin”

Ez bangî desthilatê dikim: Gorên Seyîd Riza, Şêx Seîd û hemû windayên me eşkere bikin. Di vê pêvajoyê de ev gav girîng e. Em bangî desthilatê dikin ku vê gavê biavêje.

“Pêvajo bi avêtina gavên yekalî bi ser nakeve”

Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê dîrokî ye. Herî dawî Birêz Ocalan rêxistin kişand derveyî Bakurê Kurdistanê lê ew pêvajo bi avêtina gavên yekalî bi ser nakeve.

Divê desthilatdarî jî gavan ibavêje. Ew gav çi ne: Di serî de dikarin girtiyên nexweş serbest berdin. Karkerên ku bi KHKyê ji kar hatine derxistin dikarin vegerin ser karên xwe. Girtiyên ku cezayên wan teqez bûne dikarin bên berdan.

Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û girtiyên doza Kobaniyê dikarin bên berdan.

Şaredariyên ku qeyûm li ser wan hatine danîn dikarin vegerin ser peywirên xwe.

Ev gav dikarin wekî gavên erênî bên avêtin lê mixabin heta niha ew pêvajo bi yekalî tê meşandin. Êdî divê ji aliyê din ve jî gav bên avêtin."

“Divê komîsyon demildest here Girava Îmraliyê”

Bakirhan diyar kir ku divê Komîsyona Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê here Girava Îmraliyê û wiha got:

"Dewlet bi Birêz Ocalan re hevdîtinê dike. Baş e, çima Komîsyon naçe Girava Îmraliyê?

Divê komîsyon Demildest biryarê bide û biçe Girava Îmraliyê. Divê Komîsyon bi lez tevbigere. Em hêvî dikin ku ev gav bên avêtin.

Em dê li her qadê piştgirî û rêxistinbûna xwe xurt bikin. Dema em xwedî li hev derkevin û di nav hevgirtinê de bin em dê bihêztir bibin û em dê rê li ber zext û pêkanînên sîstemê bigirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst