Şandeyeke ji Fransayê çû Rojavayê Kurdistanê

11-05-2025
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Şandeya Fransayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke ji Fransayê ji bo kar û xebatên Rêveberiya Xweser bibîne û ji bo bipêşxistina diyalog çû Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî medyaya nêzîkî Rêvebiriya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji Fransayê şandeyek bi armanca naskirina ezmûna Rêveberiya Xweser û bipêşxistina diyaloga siyasî Rojavayê Kurdistanê ziyaret kir.

Şandeya Fransayê ji Seroka Rûmetê ya Komeleya Dostaniya Kurdistan-Fransa Sylvie Jean, Parlamentera Seine-Saint-Denisê û Endama Partiya Komunîst Emily Luc û Rêvebera Beşa Projeyên Navneteweyî Michel Laurentê pêk dihat.

Şande bi Hevserokên Meclisa Rêveber Hisên Osman û Evîn Siwêdê re civiya.

Her du aliyan di hevdîtinê de rewşa li herêmê gotûbêj kir û wan teqez kir ku divê hemû pirsgirêkên li Sûriyeyê bi rêya diyalogê bên çareserkirin.

Hevserokên Meclisa Rêveber jî ji şandeya mêvan re behsa rewşa siyasî û aborî ya Rojavayê Kurdistanê û ezmûna Rêveberiya Xweser kir.

Sylvie Jeanê da zanîn ku armanca wan a sereke ew modela Rêveberiya Xweser ji nêzîk ve nas bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst