Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tendirustiyê ragihand ku îro 180 kes li Herêma Kurdistanê bi koronayê ketine ku ev zêdetirîn rêje ye heta niha di rojekê de hatiye tomarkirin.
Dr. Saman Berzincî, Wezîrê Tendirustiyê ragihand ku îro zêdetirîn rêjeya tûşbûyên koronayê hatiye tomarkirin.
Li gor daxuyaniya Wezîrê Tendirustiyê, di maweyê 24 demjimêran de 180 kes tûşî vîrusa koronaya nû Covid-19 bûne.
Saman Berzincî, amaje bi wê kir, ew tûşbûyên koronayê li tevahiya parêzgehên Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin.
Li gor amarên giştî li Herêma Kurdistanê heta niha 1,891 kes tûşî vîrusa koronayê bûne, 559 kes baş bûne û 35 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse