Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê rêya sereke ya Agirî- Rohilatê Kurdistan- Îranê ji ber lehiyê bo demekê hat girtin.
Roja Dûşemê 10ê Temûza 2023an li navçeyên Avkevir û Giyadîn ên Agiriyê piştî baraneke zêde lehî rabû.
Ji ber lehiyê rêya sereke ya ji Agiriyê ber bi Rojhilatê Kurdistan û Îranê diçe li sînorê gundê Karapazarê yê girêdayî navçeya Giyadînê hat girtin.
Ji ber girtina rê, doreke dirêj a otomobîlan çêbû.
Li ser agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), Cendirme û Tîmên Îdareya Taybet a bajêr çûn cihê bûyerê û bi makîneyên kar rê ji herî û kevirên ku lehiyê anîbûn paqij kirin û rê piştî demekê hat vekirin.
Hat ragihandin barîna baranê li Agiriyê û navçeyên wê dem bi dem berdewam e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse