Rûdaw cihê danîna çekan eşkere dike

11-07-2025
RÛDAW
Şikefta Caseneyê\ Wêne: Bilind Tahir - Rûdaw
Şikefta Caseneyê\ Wêne: Bilind Tahir - Rûdaw
Nîşan Şikefta Caseneyê Merasîma Çekdanînê Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji Rûdawê re ragihand ku merasîma çekdanîna komeke gerîlayên PKKyê dê li Şikefta Caseneyê ya li Silêmaniyê be. 

Endamê KNKyê Dr. Hekîm Ebdulkerîm ku beşdarî merasîmê dibe ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, "Em li cihê merasîmê ne û ew dê li Şikefta Caseneyê ya li ser sînorê nahiyeya Sûrdaşê ya parêzgeha Silêmaniyê birêve pêk were."

Di dema amadekirina vê nûçeyê de, rojnamevan û mêvan li ser rê ne û diçin cihê merasîmê.

Biryar e di nava çend saetan de komeke gerîlayên PKKyê wekî "nîşaneya niyetpakiyê" ji bo pêvajoya aştiyê çekên xwe deynin û îmha bikin.

Şikefta Caseneyê ku 50 kîlometre dûrî rojavayê bajarê Silêmaniyê ye, di dîroka têkoşîna gelê Kurd de xwedî cihekî taybet e û îro bi dehan geştyar serdana wê dikin.

Stargeha Şêx Mehmûd û Pêşmergeyan

Şikeft di şoreşa Kurd de xwedî dîrokeke dûr û dirêj e. Di sala 1923an de, Şêx Mehmûdê Hefîd ev şikeft kiribû penageh û çapxaneyek li wir damezrandibû.

Yekem rojnameya Kurdî ya bi navê "Bangî Heq" ku wekî dengê têkoşîna gelê Kurd tê dîtin, ji vê derê hatiye weşandin.

Di şoreşa nû de jî şikeft li dijî rejîma Beasê, li deverên Sûrdaş, Dûkan û zincîreçiyayê Pîremegrûnê bûye stargeheke girîng a hêzên Pêşmerge.

Şikeft ser bi gundê Casene ye ku piştre gund ber bi jêr ve hatiye veguhastin û niha bi navê Kanîxanê tê naskirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst