Li Mûşê birayek hat kuştin û yek jî birîndar bû

11-11-2025
Nîşan Mûş Kop Bira Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kopê ya Mûşa Bakurê Kurdistanê di êrişeke bi çekan de birayek hat kuştin û yek jî hat birîndarkirin.

Li taxa Mescîtliyê ya navçeyê, demek berê di navbera endamên malbatên Gul û Kirdar de nîqaş derketibû.

Kesekî ji malbata Gul îro li navenda bajêr gule li wesayîta ku du bira tê de bûn reşandin.

Sîdar Kirdar (31) û kekê wî Abdulmutalîp Kirdar (39) di êrişê de birîndar bûn.

Piştî ku xeber hat, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê her du bira rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kopê.

Sîdar Kirdar ji mirinê nehat rizgarkirin û dermankirina Abdulmutalîp Kirdar berdewam dike.

Polîsan ji bo girtina êrişkar dest bi xebatan kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst