Li Bakurê Kurdistanê sir û seqem berdewam e

12-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê ev demek e ku barînaberfê destpê kiriye û bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan dike.

Li parêzgeha Erzeromê ji şeva borî ve dîsan berfê destpê kiriye û bajar bi berfê nixumiye. Tîmên şaredariyê dest bi paqijkirina nav bajêr kirine û welatî jî berfa ber dikan û malên xwe paqij dikin.

Li navçeyên Pulur, Pilemûrîye, Xozat û Qisle yên Dêrsimê berfê bandoreke nerênî li jiyana rojane ya xelkê kiriye. Li ser ban û otomobîlan berf kom bûye û welatî ber dikan û malên xwe ji berfê paqij dikin. Hat ragihandin ku tîmên peywendîdar hewl didin rêyên hatine vekirin bo çûn û hatinê vekin.

Li parêzgeha Erdexanê jî şeva borî berfê destpê kir û di demjimêrên sibehê de zêde bariya. Ligel barîna berfê, tîmên peywendîdar dest bi kar û xebatên xwe yên paqijkirina cade û kolanan kirin.

Li parêzgeha Idirê, piştî sir û sermaya zêde, vê sibê berfê destpê kir. Li navçeya Tuzlucayê beşek ji çeman qerisîn û pileya germê heta bin sifirê 20 pileyan jî daket. Tîmên şaredariyê dest bi paqijkirina nav bajêr û rêyan kirine.

Li parêzgeha Qersê jî di demjimêrên sibehê de mij û moran çêbû û je ber mesafeya dîtinê kêm bûye welatî di çûn û hatinê de zehmetiyan dibînin. Hat ragihandin ku kar û barên paqijkirina berfê ji nav bajêr destpê kirine.

Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûş yên Bakurê Kurdistanê jî hişyariya aşûtê û cemedê hat dayîn daku welatî tedbirên xwe werbigrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst