Hewêr (Rûdaw) - Mamoste û lêkolîner Prof. Dr Abdullah Kiran derbarê dersa bijarte ya Kurdî de rexne li partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê girtin û daxwaz ji wan kir ku ji bo dersa Kurdî bangawaziyê bikin.
Mamoste û lêkolînerê Zanîngeha Alparslan a Mûşê Prof. Dr Abdullah Kiran li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê xemsariya di kampanyayên dersa bijarte ya Kurdî de peyamek belav kir û têde rexne li partiyên Kurdî girtin.
Abdullah Kiran dibêje: “Xwezî HDP ku zêdeyî 6 milyon dengên Kurdan distîne û partiyên din ên ku bi milyonan dengdêrên wan ên Kurd hene, qet nebe niha derbarê dersa bijarte de bangawaziyekê bikin.”
Abdullah Kiran di peyama xwe de bang li malbatên xwendekarên Kurd jî kir û got: “Em ji bo siberojeke baş zimanê xwe hildibijêrin.”
Ev peyama Abdullah Kiran di demekê de ye ku li Bakurê Kurdistanê kampanyayên piştgirîkirinê ji bo hilbijartina dersa bijarte ya zimanê Kurdî, ji aliyê beşek ji sazî, mamoste, kesayet, nûnerên saziyên civaka sivîl û xwednekaran ve tên birêvebirin.
Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê tenê 18 roj bo hilbijartina dersa Kurdî destnîşan kirine û divê xwendekarên Kurd heta 21ê Çileya 2022ê dersên Kurdî hilbijêrin. Partiyên opozîsyonê yên CHP, HDP û Partiya Pêşerojê jîpiştgiriya kampanyayên dersa Kurdî dikin.
Hilbijartina dersa Kurdî bo mamsoteyên zimanê Kurdî jî gelek girîng e. Eger ders wek pêdivî bên hilbijartin dê Wezareta Perwerdê neçar bimîne derdora 2 hezar mamosteyên ku ji beşên ziman û edebiyata Kurdî derçûne wek mamoste dabimezrîne. Di demekê de ku niha li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tenê 79 ji wan mamosteyan hatine damezrandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse