Malbata di erdhejê de canê xwe ji dest dan li Cizîrê bi axê hatin spartin

12-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Cizîr Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamên malbata Esmer a Cizîrî ku di erdhejê de li parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê canê xwe ji dest dan, li navçeya Cizîrê ser bi parêzgeha Şirnexê bi axê hatin spartin.

Termên Şerif Esmer û hevjîna wî Yildiz û zarokên wî Huseyin û Hasan, ku di erdhejê de li Hatayê di bin kavilên avahiyeke 5 qatî de canê xwe ji dest dan, piştî temambûna karên yasayî bo Cizîrê hatin veguhestin.

Termên 4 kesan piştî ku li Mizgefta Hezretî Nûh nimêja wan hat kirin li Goristana Asrî ya Cizîrê bi axê hatin spartin.

Li gor amarên fermî di Erdheja Mereşê de ku bandoreke zêde li parêzgeha Hatayê kiriye 12 hezar û 141 avahî herifî ne û yên mane jî zerareke zêde dîtine. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst