Saziya Keşnasiyê ji bo 9 parêzgehên bakurê welêt hişyariya berfê da

12-02-2025
RÛDAW
Nîşan Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê Berf Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku li 9 parêzgehên Bakurê Kurdistanê dê berf bibare û li 4 parêzgehan jî dibistan dê girtî bin.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê diyar kir ku dê dibe li parêzgehên Meletî, Xarpêt, Erzingan, Dêrsim, Çewlîg, Mûş, Semsûr, Êlih û Amedê berf bibare.

Hat ragihandin ku sitûriya berfê dê bigihêje 10-20 santîmetreyan û berf dê heta roja înê bibare.

Li gorî daxuyaniyê, ji ber berfa zêde roja pêncşemê li parêzgehên Meletî, Xarpêt, Sêwaz û Çewlîgê dibistan dê girtî bin.

Hat destnîşankirin ku ji bo pirsgirêkên çûn û hatinê dernekevin saziyên pêwendîdar tedbîrên pêwîst wergirtine.

Saziyê her wiha da zanîn ku dê qeşa jî çêbibe û divê xelk baldar be.

Li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî ji ber zehmetiyên çûn û hatinê li hinek parêzgehan dibistan hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst