Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî dê tevlî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibe.
Li gorî agahiyên ku çend berpirsên Amerîkayî û yên Rojavayê Kurdistanê ji bo Birêvebirê Ofîsa Washingtonê ya Rûdawê Diyar Kurde ragihandine; Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî dê beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya li Almanyayê bibe.
Hat gotin ku Mezlûm Ebdî dê li konferansê li gel Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî re bicive.
Li gorî gotinên wan çavkaniyan ku pêncşemê 12ê Sibata 2026an ji bo Rûdawê axivîne; Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî jî dê beşdarî konferansê bibe.
Konferansa Munîhê wekî mezintirîn foruma parastinê ya cîhanê tê naskirin û dê ji 13 heta 15ê Sibatê bidome.
Mezlûm Ebdî û Şeybanî hatine vexwendin
Çavkaniyan ji Rûdawê re ragihand ku Mezlûm Ebdî û Eshed Şeybanî bi awayekî cuda ji bo konferansê hatine vexwendin lê belê li gorî agahiyan, her du alî dê li perê konferansê werin cem hev û bicivin.
Ev hevdîtin piştî wê yekê tê ku HSD û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê 29ê Kanûna Paşîn a borî peymanek îmze kiribû.
Di wê peymanê de biryar hatibû dayîn ku şerê navxweyî biqede û HSD tevlî Artêşa Ereban a Sûriyeyê bibe.
Mijara Kurdan li ser sakoyeke cîhanî
Civîna Fermandarê HSDyê û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê ya li Munîhê tê wê wateyê ku Pirsgirêka Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê li ser sakoyeke giring a cîhanî tê gotûbêjkirin.
Konferansa Munîhê li cîhanê wekî yek ji giringtirîn konferansên ewlehiyê tê dîtin.
Di vê konferansê de serok û berpirsên welatan dicivin û li ser mijarên hestiyar ên parastina cîhanî dan û standinan dikin.
Îsal ev konferans dê di navbera 13-15ê Sibatê de bi rê ve biçe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse