Xelkê Rojavayê Kurdistanê gazinan ji kêmbûna gaza malan dike

12-05-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Xelkê Rojavayê Kurdistanê gazinan ji kêmbûna gaza malan dike
Xelkê Rojavayê Kurdistanê gazinan ji kêmbûna gaza malan dike
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Gaza Malan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê Rojavayê Kurdistanê gazinan ji kêmbûna gaza malan dikin. Li gorî zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, li Qamişlo nirxê  butleke gaza malan, li komunan bi 7 hezar heta 7 hezar û 500 lîreyên Sûrî ye ango kêmtir ji 1 dolarî ye.

Li Rojavayê Kurdistanê gazin ji kêmbûna xaza malan tê kirin. Hin zanyariyên xwecihî ji nişteciyên bajarê Qamişlo bi dest Tora Medyayî ya Rûdawê ketine, behsa kêmbûn û buhabûna gaza malan dikin.

Di demekê de ku bihayê pereyên Sûrî gihiştiye 9 hezar û 300 heta 9 hezar û 500 lîreyan li beramber 1 dolarê Amerîkî

Nirxê fermî yê 1 butla gaza malan, li komînan bi 7 hezar heta 7 hezar û 500 lîreyên Sûrî ye, ango kêmtir ji 1 dolarî ye.

Derbarê peydakirina gaza malan jî, welatiyekî ji Qamişlo ji Rûdawê re got, gelek kes neçar dibin, butla xazê ji bazara reş bi 35 hezaran heta 50 hezarî, li hin deverna jî digihêje 100 hezar lîreyên Sûrî bikirin, ku dike derdora (4, 5, heta 11 - 12) dolarên Amerîkî.

Medyakarek ji Qamişlo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa vê mijarê dike.

Medyakar Helîm Silêman anî ziman, “Li gorî daxuyaniyên Rêveberiya Xweser, berhemanîna xazê li devera me têra pêdiviyên xelkê deverê nake, lewma ew neçar dibin xazê ji Iraqê jî bînin, û li ser welatiyan belav bikin, lewma jî carcaran krîz derdikevin, lewra anîna xazê û berhemanîna wê, bi derengî digihêje welatiyan û têra wan nake, ji ber ku di nav xelkê de digere û têrê nake. Aniha li bazara reş jî tê firotin, ew jî piraniya wê ew xaza ku didine xwaringehan, bi awayekî reş difiroşin, nirxê wê digihêje 11 dolarên Amerîkî, bi nêzîka 100 hezar lîreyên Sûrî, tê firotin. Li komînan heta niha bi awayekî fermî bi 7 hezar lîreyên Sûrî tê firotin, carinan dergeng dikeve êdî xelk neçar dibin ji bazaran bikirin, bi awayekî reş. Ev yek dihêle buhabûn têkeve nirxê gazê.”

Ji bajarokê Girkê Legê jî lêkolerek behsa rewşa dabînkirina xaza malan dike û dibîne ku li wî bajarokî wî nedîtiye ku xaz bi nirxê bazara reş tê firotin.

Nivîskar û lêkoler ji bajarokê Girkê Legê Lewend Mihemed got, “Her malbatek di mehê e cereke xazê jê re derdikeve, carinana kêmî mehekê ye carinana jî bêhtirî mehekê ye, hin caran jî heta meh û nîvekê heta dora wan tê. Bi rastî têra milet nake. Ev xaz di mehê de cerek têra wan nake, ji ber ku elektrîk jî kêm e da em bibêjin elektrîk alîkariyê bike ji bo çêkirina xwarrinê, hemû li ser xazê be, têra wan nake. Heye tê firotin jî, em dibihîsin, li herêmine din tê firotin, li bazara reş bi bihayekî bilind tê firotin, lê li cem me, li Girkê Legê, li gorî dîtina min, ez dibînim her heftiyê yan 10 rojan xaz li ser milet tê belavkirin, kesê dora wî be dibe û yê ne dora wî be, li benda dora xwe dimîne, bi rastî têra milet nake., nirxê wê jî, li komînana bi 7 hezar û 500 lîreyên Sûrî ye, ev jî kêmî dolarekî ye lê li bazara reş li herêmên din heye tê firotin, lê min nebihîstiye li cem me li Girkê Legê wiha tê firotin.”

Bi dirêjiya 12 sal û 2 mehan ji krîza Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, welatî gelek zehmetiyan di jiyana xwe ya rojane de dibînin, gelek pêdawîstiyên sereke jî bi zehmetî û buha têne bidestxistin. Xelk daxwazê ji aliyên pêwendîdar û berpirs dikin ku çareyeke guncaw û baş, ji rewşa wan a zehmet re bibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst