Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojhilatê Kurdistanê li gundekî ser bi parêzgeha Sineyê di encama şerê li ser mêrgekê û cihê çêrê de herî kêm 12 kes birîndar bûn.
Şer roja Yekşemê li gundê Qizilbulax a navçeya Dîwandereyê û di navbera du malbatan de çêbûye.
Rêveberê nahyeya Saralê, Îdrîs Ebûdî ragihandiye, li gundê Qizilbulaxê di navbera du malbatan de li ser mêrgekê şer çêbûye û şerê herdu aliyan çend demjimêran dom kiriye û piştî destwerdana hêzên polîs û Supaya Pasdaran, şerê wan bidawî bûye.
Li gorî gotina Îdrîs Ebûdî, di şerê navbera her du malbatan de çek jî hatiye bikaranîn û her du aliyan gule berdane hev, di encam de jî herî kêm 12 kes birîndar bûne.
Hatiye zanîn ku birîndarên şerê navbera her du malbatan rakirine nexweşxaneyê û hatine dermankirin. Li gor zanyariyan, rewşa tendirustiya birîndaran baş e.
Rêveberê nahyeya Saralê herwiha daye xuyakirin, wan rê nedaye şer mezintir bibe û paşê jî sînorê mêrgê di navbera herdu malabtan de hatiye diyarkirin û pirsgirêka wan niha çareser bûye.
Ji ber hişkesaliya û daketina asta barîna baranê li Rojhilatê Kurdistanê, giya jî kêm bûye û welatiyên ku debara xwe bi ajeldariyê peyda dikin, ji bo çêrandina pez û sewalên xwe rastî pirsgirêkan tên û ji ber wê jî hin caran di navbera malbatan de li ser mêrg û cihên çêrê de şer çêdibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse