Hewlêr (Rûdaw) - Serokê YNKyê Bafil Talebanî ji Leyla Zanayê re got, “Serok Mam Celal her tim behsa wêrekiya te dikir.”
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî îro li Silêmaniyê siyasetmedara Kurd Leyla Zana bi germî pêşwazî kir.
Bafil Talebanî derbarê hevdîtinê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê Bafil Talebanî ji Leyla Zanayê re got, “Wekî ku li cem Serok Mam Celal jineke qehreman a Kurd bûyî û wî her tim behsa wêrekiya te dikir.
Li cem me jî têkoşîn û wêrekiya te dê her tim zindî bimîne.”
Bafel Celal Talebanî derbarê pêvajoya aştiyê jî got, “Em kêfxweş in ku encamên hewlên me gihiştine vê qonaxê û em tekezî li ser wê yekê dikin ku tekane rêya çareseriyê ji bo aramiya herêmê, çareseriya pirsgirêka Kurdan bi rêya diyalogê ye.”
Ji aliyê xwe ve, Leyla Zana ji ber hewl û xebatên wê yên ji bo pêkanîna aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê spasiya YNKyê kir got:
“Em ti carî ji bîr nakin ku Serok Mam Celal yekemîn serok bû ku dest bi çareseriya vê pirsgirêka dîrokî kir.
Ez dilxweş im ku niha Bafil Talebanî jî li ser heman rêbazê hewlên xwe didomîne û em şanaziyê bi wê rola wî ya bibandor dikin ku di vê dema hestiyar a ku herêm tê re derbas dibe de dilîze.”
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî îro li Silêmaniyê siyasetmedara Kurd Leyla Zana bi germî pêşwazî kir pic.twitter.com/LbKh8kOEWo
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 12, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse