Yilmaz Tunç: Ji niha û pê ve gelek kar hene ku em bikin

12-07-2025
RÛDAW
Nîşan PKK Şewitandina Çekan Wezîrê Dadê yê Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç li ser danîna çekan a gerîlayên PKKyê diyar kir ku rojeke dîrokî ye û da zanîn ku ji niha û pê ve gelek kar hene ku divê werin kirin.

Di merasîmeke li Şikefta Caseneyê ya di nava sînorê navçeya Dûkanê ya parêzgeha Silêmaniyê de doh komeke gerîlayên PKKyê wekî “nîşaneya niyetpakiyê” ya ji bo serkeftina pêvajoya çareseriyê çekên xwe şewitandin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç li ser danîna çekan a 30 gerîlayên PKKyê ya li Başûrê Kurdistanê axivî.

Tunç amaje pê kir ku ji bo Tirkiyeyê rojeke dîrokî ye û destnîşan kir ku bi piştgiriya hemû beşên civakê û partiyên siyasî dê pêvajo bi serkeftî bigihêje encamê.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê her wiha bal kişand ser wê yekê ku hem li navxwe û hem jî li derve hinek hêz hene ku dixwazin pêvajoyê têk bidin û divê li dijî wan hişyariyeke giştî hebe.

Yilmaz Tunç anî ziman:

“Ji niha û pê ve bi taybetî gelek karên me hene ku em bikin.

Dê ev pêvajo were şopandin. Saziyên dewletê yên pêwendîdar bi hestyarî li ser pêvajoya danîna çekan dixebitin.

Di vê qonaxê de hemû raya giştî dît; dema di navbera saziyên dewletê de koordînasyon û lihevkirinek çêbibe û dema mixalefet li hemberî pêşhatên erênî helwesteke baş nîşan bide, li welatê me karên serkeftî çawa tên kirin.

Dê li parlamentoyê komîsyonek bê avakirin. Ev komîsyon dê alîkariyeke baş bike.

Di vê komîsyonê de dê hemû partiyên siyasî karibin nêrîn û ramanên xwe yên derbarê pêvajoyê bînin ziman.

Di encamê de dê siyaset û her kes qezenc bike.”

Di merasîmê de 30 gerîlayên ku di nava wan de Hevseroka Desteya Birêvebir a KCKyê Besê Hozat û sê berpirsên din ên payebilind hebûn çekên xwe şewitandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst