Bi mûşekan êrîşî qada gazê ya Xor Morê kirin

12-10-2022
RÛDAW
Nîşan Qada Gazê ya Xor Morê Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistine, îro danê êvarê 3 mûşek bi qada gazê ya Xor Morê ya li nahyeya Qadir Kerem a Çemçemalê ketine.

Îro Çarşemê 12ê Cotmeha 2022an bi 3 mûşekên katyûşa êrîşî qada gazê ya Xor Morê ya li Silêmaniyê hate kirin.

Şahidê bûyerê Mihemed Qadir ji Rûdawê re got, tenê agir bi bermahiyên kargehê ketiye û ziyan dîtiye, ziyana canî çênebûye. Heta niha çavkaniya mûşekan jî nediyar e.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Berevaniya Sivîl a Çemçemalê, agir ji aliyê rêveberiya qada gazê ve hatiye kontrolkirin û ti ziyan çênebûne.

Di meha Hezîrana îsal de, di 72 demjimêran de, sê caran êrîşî qada xaza Xor Morê hat kirin, piştî êrîşan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hejmareke zêde ya Hêza Pêşmerge, Asayîş, Komando, Dije Teror û Polîsê Petrol û Gazê li sînorê nahyeya Qadir Kerem û nêzîk qada Xor Morê bicih kir.

Hêzên Pêşmerge ji aliyê başûrê qada Xor Morê ve bi dûriya 20 kîlometran çeperên xwe çêkirine û wê qada stratejîk a gaza xwezayî diparêzin.

Her ji ber zêdebûna êrîşan, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî tevî şandeke serbazî, îdarî serdana sînorê Çemçemalê û qada gazê ya Xor Morê kiribû û soz dabû ku ewlehiya karê kompanyayê û karmendên wê yên biyanî û navxwe jî bê parastin.

Xor Mor gundekî ser bi nahyeya Qadir Kerem ê ser bi navçeya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê ve ye ku Dana Gas û Nefta Neteweyî ya Îmaratê li wir veberhênana gazê dikin û yek ji wan deveran e ku di warê samanên xwezayî bi taybet neft û gazê de dewlemend e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst