Buldan: Her du tifaqan jî bo çareserkirina pirsa Kurd ti projeyek nînin

12-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan ragihand ku ne Tifaqa Cumhur û Tifaqa Millet ti projeyeke xwe bo çareserkirina pirsa Kurd nînin.

Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan, di roja duyemîn a serdana xwe  li herêma Serhedê de li navçeya Gogsiyê ya Erziroma Bakurê Kurdistanê bû û li wir bi xelkê vê navçeyê re civiya.

Buldan despêkê serdana esnaf û dikandaran kir û piştî wê li pêşiya avahiya HDPê ya li wî bajarî ji girseya ku kombûyîn re axivî.

Di axaftina xwe de rexne li Tifaqa Cumhur û Tifaqa Millet girt û got her du aliyan jibo çareseriya pirsa Kurd û Elewiyan ti pirojeyên xwe tunene.

Buldan got: “Li ser maseyê 6 partiyên opozisyonê jî yên êrişî me dikin hene. Duh min li Erdexanê daxuyaniyek da, li ser vê yekê bersivek ji min re nivîsîn. Em dê van tiştan her tim bibêjin. Vî welatî xayîn û Vî welatî kiryarên nediyar ji bîr nekirine. Vî welatî şewitandina gundan û malan ji bîr nekiri ye û ji bîr nake. Em êdî naxwazin salên 90î dubare bijîn. Hûn dizanin niha du tifaq hene. Ev her du tifaq jî di despêkê de jibo pirsa Kurd û hemû pirsgirêkên din ên welat li cihekî ku çareserbikin lê nanêrin. Her du aliyan jî jibo pirsa Kurd, pirsa Elewiyan, pirsa demokrasiyê, pirsgirêkên jinan û  pêşeroja ciwanan heta niha gavek neavêtine û ti projeyekî wan jî tuneye. Despêkê Kurd û kesên ku li vî welatî tên perçiqandin. Yên ku li vî welatî tune tên hesibandin ne mehkum û ne mecbûrî van her du tifaqane. Rêya me ya sêyem heye, Bereya me ya Azadî û Kedê heye wek tifaqeke nû.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst