Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê pêşwazî kir.
Civîn li meqamê Bahçelî yê li Parlamentoyê pêk hat û Alîkarê Serokê Parlamentoyê Celal Adan jî tê de amade bû.
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan, Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erolê endamên Heyeta Îmraliyê piştî civîna bi Serokê Partiya DEVAyê bi Serokê Giştî yê MHPyê jî re civiyan.
Civîna ku ji çapemeniyê re girtî hat kirin nêzîkî 30 xulekan ajot.
Buldan: Civîneke biqîmet bû
Piştî civînê Pervîn Buldanê bersiva pirsên rojnamegeran da û diyar kir ku wan bi Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî re hevdîtineke berhemdar pêk aniye.
Buldanê da zanîn ku wan derbarê hevdîtina 2yê Kanûna Pêşîn a li Îmraliyê û nîqaşên piştî wê de agahî daye Bahçelî û li ser qonaxên pêvajoyê axivîne.
Pervîn Buldanê destnîşan kir ku wan li ser "gavên ku divê piştî vê bên avêtin" nêrînên xwe parve kirine û teqez kir ku civîn gelekî girîng û biqîmet bûye.
"Em derbasî qonaxa duyem bûn"
Buldanê li ser qonaxa nû ya pêvajoyê çareseriyê jî wiha got:
"Em difikirin ku ji ber asta ku pêvajo gihîştiyê, divê li ser zemîneke nû yan jî qonaxeke nû bi pêş ve biçin.
Divê em bêjin ku em derbasî qonaxa duyem bûne. Di qonaxa duyem de pêdivî bi zemîneke yasayî û hiqûqî heye.
Pêdivî bi serestkirineke yasayî heye. Ev serestkirina yasayî helbet divê 'Yasaya Aştiyê' be. Em dixwazin vê yekê bi taybetî bînin zimên."
"Tevkariyên Birêz Bahçelî hene"
Buldanê diyar kir ku xebatên Komîsyon û partiyên siyasî di vê astê de girîng in û got:
"Ji ber vê yekê me nêrînên xwe ji Birêz Bahçelî re anîn zimên. Me bendewariyên xwe yên derbarê yasayê de û tevkariyên wan xwestin.
Jixwe ji destpêka pêvajoyê ve tevkariyên gelekî biqîmet ên Birêz Bahçelî çêbûne û em ji dil bawer dikin ku dê piştî vê jî hebin.
Di vê xalê de em careke din spasiya wî û şandeya wî dikin."
Bahçelî: Ez îmzeya xwe diavêjim binê her hevoka wê
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî jî piştî daxuyaniya Buldanê bi kurtasî axivî û ji rojnamegeran re got:
"Pervîn Xanimê her mijar bi awayekî zelal anî zimên. Ez binê her hevoka wê îmze dikim."
Tê payîn ku di destpêka hefteya pêşiya me de Heyeta Îmraliyê ji bo gotûbêjkirina yasayên nû bi partiyên din ên siyasî jî re bicive.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse