200 kesên ji Rojava di rêya Herêma Kurdstanê re diçine Hecê

13-01-2020
RÛDAW
Roja 15.02.2020 lîsteya navên kesên ku dê herin Hecê tê ragihandin
Roja 15.02.2020 lîsteya navên kesên ku dê herin Hecê tê ragihandin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Heciyên Kurd Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Navxwe ya Kurdistanê razîbûna xwe li ser şandina 200 kesên ji Rojavayê Kurdistanê ji bo Hecê di rêya Başûrê Kurdistanê re nîşan daye.

Berpirsê ofîsa organîzekirina karûbarên Haciyên Rojavayê Kurdistanê, Ebdulîlah Keleş ji Rûdawê re ragihand, kesên ku dixwazin biçin Hecê, divê dema paseporta wan heta sala 2021ê be.

Ebdulîlah Keleş diyar kir, ofîsa wan dê navê her 200 kesan bişîne Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê.

Bi gotina Keleş, roja 15.02.2020 lîsteya navên kesên ku dê herin Hecê bê ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst