Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Xwecihî li Cindirêsê di daxuyaniyekê de daxwaza hinek kelûpelên bilez dike.
Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê di daxuyaniyekê de ragihandiye, piştî 7 rojan ji erdhejê pêwîstiya wan bi zêdetir ji 3500 konan heye ji bo hewandina xelkê ku malên wan ji ber erdhejê wêran bûne.
Li gor daxuyaniyê, pêwîstiya xelkê bi av, nan, avêtina zibil û paqijkirina zêdetir û elektrîkê heye.
Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê daxwaz dike careke din jêrxaneya (binesaziya) bajêr û saziyên wê bêne avakirin, her wiha kilînîkên gerok bêne berdestkirin.
Li gor Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê, li vî bajarokî ji ber erdhejê 1012 kesan jiyana xwe ji dest dane
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, ku di erdhejê de 1110 avahiyan zirar dîtine û 278 avahî bi temamî hilweşiyane. Her wiha hatiye gotin, ku ji bo vehewandina xelkê 20 kamp hatine avakirin ku 1816 malbat lê hatine bicihkirin. Lê belê 1391 malbat ku mal û avahiyên wan di erdhejê de zirar dîtine, li Cindirêsê bê cih mane.
Roja 6ê Sibatê du erdhejên bihêz ku navendên wê li parêzgeha Mereşa Bakurê Kurdistanê bûn, 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejandin. Herwiha li bakurê rojavayê Sûriyê û li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê jî erdhej çêbû.
Di encama wan erdhejan de, heta niha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 31 hezar û 643 kesan jiyana xwe ji dest dane, herwiha li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî nêzîkî 8 hezar kesan mirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse