Bakirhan: Ocalan bang kir lê desthilatê hîn ti gav neavêtine

13-03-2025
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan Xelfetî Newroz Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand ku Abdullah Ocalan banga danîna çekan û fesixkirinê li PKKyê kiriye lê desthilata Tirkiyeyê hîn ti gav neavêtine.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan îro li navçeya Xelfetiyê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê beşdarî bernameya pîrozbahiya Newrozê bû û li ser pêvajoya nû axivî.

Bakirhan bi bîr xist ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan li Xelfetiyê ji dayîk bûye û anî ziman:

“Xelfetî ji bo nasname, têkoşîn, azadî, jiyana mirovane û wekhev a li ser vê axê navendeke girîng e.

Kurd li Xelfetiyê çêbûn û li Xelfetiyê rabûn ser pêyan.

Em çend roj berê li Îmraliyê li gel birêz Abdullah Ocalan civiyan.

Gelek silavên birêz Ocalan ji bo xelkê Xelfetî, Riha û hembajariyên xwe hebûn.”

Tuncer Bakirhan bal kişand ser banga Ocalan a danîna çekan û fesixkirina PKyKê û got:

“Birêz Ocalan bangek kir. Ev bang vexwendnameya aştiya demokratîk e û biratiyê ye.

Ev bang banga bidawîanîna polîtîkayên înkarê yên sedsalî ye.”

“Divê Parlamento bicive”

Hevserokê DEM Partiyê ragihand, tevî ku Ocalan banga danîna çekan û fesixkirinê li PKKyê kiriye lê desthilata Tirkiyeyê ti gav neavêtine û da zanîn:

“Ez ji vê derê ji Xelfetiyê ji bajarê ku birêz Ocalan lê jê dayîk bûye dixwazim bangekê li desthilatê bikim, hûn dê kengî şert û mercên muzakere û jiyanê ku birêz Ocalan tê de bi awayekî azad bixebite bi cih bînin?

Hûn li benda çi ne? Em li bendê ne gavên li gorî wê banga ku birêz Ocalan bo rawestana xwînê û dadmendiyê kiriye bilez bên avêtin.

Destpêkê divê şert û mercên lihevkirin û jiyanê yên birêz Ocalan werin başkirin.”

Bakrihan behsa rewşa girtiyên siyasî jî kir û got:

“Ji bo ku hevalên me yên wekî Selahattîn, Fîgen, Leyla, Ayşe û bi sedan girtiyên din li vê derê li gel me têkoşînê bikin divê zemînek were amadekirin.”

Tuncer Bakirhan banga wergirtina berpirsyariyê li Parlamentoya Tirkiyeyê jî kir û anî ziman:

“Ez bangî Parlamentoyê jî dikim. Bangeke dîrokî hatiye kirin.

Divê Parlamento li beramberî vê banga dîrokî rola xwe bilîze û demildest ji bo bicihanîna pêwîstiyên bangê û sererastkirinên yasayî bicive.”

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibata 2025an banga danîna çekan û fesixkirinê li PKKyê kiribû.

PKKyê 1ê Adara ragihandibû ku ew amade ne kongreya xwe saz bikin û xwe fesix bike lê bi mercê ku Ocalan bixwe jî di kongreyê de amade be û serpereştiyê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst