Li Rihayê di xeta boriya petrolê de teqîn çê bû

13-08-2021
RÛDAW
Li navçeya Siwêrega parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê, xeta veguhastina petrolê ya Botaşê teqiya. Wêne: AA
Li navçeya Siwêrega parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê, xeta veguhastina petrolê ya Botaşê teqiya. Wêne: AA
Nîşan Riha Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêrega parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê, xeta veguhastina petrolê ya Botaşê teqiyaye û pêla petrol bi çend metreyan bilind dibe.

Li gor agahiyên destpêkê, di xeta veguhastina petrolê ya Êlih-Dortyolê de ya ser bi kompanyaya Botaş a Tirkiyê de ji ber sedemek nediyar teqînek çê bûye.

Boriya petrolê di 10 kîlometriya navçeya Siwêrega ser bi parêzgeha Rihayê ve teqiyaye û petrola ku ji boriyê diherike, ji cihê teqî ve bo esman bilind dibe.

Herwiha petrol li zeviyên derdorê jî belav bûye û ji ber kombûna neftê zirar gihîştiye zeviyên çandiniyên yên derdorê.

Tîmên agirvemirandinê û hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ber bi cihên bûyerê ve diçin û ji ber egera teqîneke din tedbîr girtine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst