Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê 2 endamên Asayişê birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlehiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser birîndarbûna endamên xwe daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li ser rêya Hesekê û nahyeya Holê, di encama teqîna bombeyekê de 2 endamên hêzên ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser birîndar bûne.
Li gorî zanyariyên heman daxuyainyê, roja şemiyê otomobîleke leşkerî ya hêzên ewlehiyê, piştî ku ji bajarokê Helê ber bi Hesekê ve diçû bi bombeyekê hate teqandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin birîndar ji bo nexweşxaneyên Hesekê hatin veguhestin.
Heta niha nehatiye diyarkirin ku kî li pişt wê bûyerê bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse