Hewlêr (Rûdaw) - Wekîlê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê ragihand ku hikûmeta Îraqê plan dike sala bê dosyeya Kampa Holê ji binî ve bigire û hemû welatiyên xwe vegerîne.
Wekîlê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Kerîm Nûrî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Kerîm Nûrî diyar kir ku her çi qas amarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Neteweyên Yekbûyî yên li ser hejmara Îraqiyan cuda bin jî li gorî amarên wan niha kêmtirî 5 hezar Îraqî di kampê de mane.
Wekîlê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Kerîm Nûrî got:
"Heta niha zêdeyî 19 hezar welatiyên Îraqî ji kampê hatine vegerandin."
Kerîm Nûrî derbarê çarenivîsa kesên vegeriyane jî amaje bi vekirina navendeke rehabîlîtasyonê da ku ew ducare tevlî civakê bibin.
Nûrî tekez kir ku Neteweyên Yekbûyî ji bo çareserkirina vê dosyayê hevparekî wan ê bihêz e.
Kampa Holê dikeve başûrrojhilatê bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê û di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.
Beşek ji kesên di kampê de Îraqî ne û hevjîn û zarokên çekdarên girtî yên DAIŞê ne.
Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê bi Neteweyên Yekbûyî re li hev kiriye ku heta sala 2027an ti malbatên Îraqî di wê kampê de nemînin û hemû werin vegerandin.
Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Îraqê (UNAMI) Mihemed Hesan 2yê Kanûna Pêşîn a 2025an rapora xwe pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî kir.
Mihemed Hesan di rapora xwe ya li ser rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê de got ku heta niha 20 hezar û 800 kes ji kampê hatine vegerandin.
Karwanê dawî 1ê Kanûna Pêşîn a 2025an gihişt Îraqê.
Ew karwan ji 240 malbat û zêdeyî 850 kesan pêk dihat.
Ew malbat piştî gihîştinê, ji bo rehabîlîtasyonê birin Kampa Ced’eyê ya li parêzgeha Nînowayê.
Mihemed Hesan tekezî li ser dabînkirina pêdiviyan kir bi mebesta tevlîkirineke "bi rûmet û domdar".
Hesan her wiha amaje bi plana hikûmetê jî da ya ji bo vegerandina hemû welatiyên xwe ji kampên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse