Hewlêr (Rûdaw) - Îro karwaneke din a Îraqiyan ku ji zêdetirî 220 malbatan pêk tê, ji Kampa Holê vedigere Îraqê.
Di nav karwanê de malbateke xelkê navçeya Şingalê jî heye.
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Ebas Rûdawê re ragihand, “Îro êvarî karwaneke din a Îraqiyên ji Kampa Holê vedigere ku nêzîkî 800 kes in.”
Elî Ebas her wiha got, “Hejmara teqez a kesên vedigerin heta ku ew negihîjin diyar nabe, ji ber ku carinan li gorî lîsteya berê hejmar kêm û zêde dibe.”
Ev pêngav beşek e ji pêvajoya berdewam a hikûmeta Îraqê ya ji bo vegerandina hemû Îraqiyên li wê kampê.
Ev karwan, 29emîn karwana koçberên Îraqî ye ku ji Kampa Holê vedigere.
Malbateke ji Şngalê jî di nav de ye
Endamê Komîteya Koç û Koçberan a Îraqê Şêrwan Dûberdanî îro ji Rûdawê re got:
“Piraniya van malbatan xelkê parêzgehên Enbar, Nînova, Selahedîn û Babîlê ne.
Her wiha malbateke xelkê navçeya Şingalê ku Erebên Sunî ne jî di nav wan de ye.”
Pêvajoya vegerandina Îraqiyên Kampa Holê ji sala 2021ê ve dest pê kiriye û didome.
Kampa Holê ku wekî kampa malbatên çekdarên DAIŞê tê naskirin, dikeve başûrê rojhilatê bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê û di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.
Kesên ku ji Kampa Holê tên vegerandin, di destpêkê de li Kampa Cedeyê tên bicihkirin ku dikeve başûrê Mûsilê û niha navê wê bûye "Navenda Hêvîyê".
Li vê navendê, pêvajoya amadekirina wan ji bo ku cardin tevlî nav civakên wan ên xwecihî bibin, tê meşandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse