Pêwendiya telefonî ya Sine û Silêmaniyê: 'Ji bo alîkariyê amade ne'

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sine Silêmanî Çemçemal Alîkarî Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Sineyê di pêwendiyeke telefonî ya li gel Parêzgarê Silêmaniyê de, amadebûna xwe ya ji bo gihandina alîkariyên ên pêwîst ji bo mexdûrên lehiyan nîşan da.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir da zanîn, "Parêzgeha Sineyê cihê yekem e li derveyî Herêma Kurdistanê ku di dema pêwîst de em daxwaza alîkariyê jê bikin."

Parêzgarê Sineya Rojhilatê Kurdistanê Areş Lihonî bi Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir re bi telefonê axivî.

Areş Lihonî hevxemiya xwe û xelkê parêzgeha xwe ji bo mexdûrên lehiyan anî ziman.

Li gorî daxuyaniya Beşa Pêwendiyên Giştî ya Parêzgeha Sineyê, Areş Lihonî amadebûna xwe û saziyên fermî yên parêzgehê nîşan daye.

Armanc şandina alîkariyên pêwîst a ji bo mexdûrên lehiyê, bi taybetî jî ji bo navçeya Çemçemalê ye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Parêzgarê Silêmaniyê spasiya Areş Lihonî kiriye.

Heval Ebûbekir ragihandiye ku di dema pêwîst de dê daxwaza alîkariyê ji tîmên Sineyê were kirin û sûd ji şiyanên wan were wergirtin.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, Parêzgarê Sineyê hevxemiya xwe ji bo lehiya li Çemçemalê nîşan daye.

Wan amadebûna xwe ji bo şandina tîmên hawarhatinê diyar kiriye, bi awayekî ku yan tîman bişînin yan jî alîkariya tîmên wan bikin.

Heval Ebûbekir got:

"Heta niha gav baş in, me ji Parêzgarê Sineyê re got, Sine û Silêmanî cêwî ne û heger karek hebe hûn cihê yekem in em daxwaza alîkariyê jê bikin."

Ji 7ê Kanûna Pêşîn ve baraneke zêde li Başûrê Kurdistanê dest pê kir û piştî du rojan li çend bajaran lehî rabû.

Lehiyê ziyaneke zêde da û heta niha 5 kesan canê xwe ji dest daye û kesek jî winda ye.

Piraniya ziyanan li navçeya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê çêbûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst