Nasnameyên 5 endamên Asayîşê hatin eşkerekirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Heleb Şêx Meqsûd Asayîş Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş), nasnameyên 5 endamên xwe yên ku di şer û pevçûnên li taxa Şêx Meqsûd a Helebê de canê xwe ji dest dane eşkere kirin.

Fermandariyê ragihand ku ew şervan 10ê Kanûna Paşîn a 2026an di çarçoveya "berxwedana Şêx Meqsûdê" de şehîd bûne.

Di daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de soza berdewamiya têkoşînê hat dayîn û hat gotin, "Em dê bi biryardarî doza wan bi serkeftinê tacîdar bikin."

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên nasnameyê yên şervanên ku şehîd bûne wiha ne:

Denîz Çiya: Navê wê yê fermî Zeyneb Kirdelî ye û bi eslê ji bajarê Efrînê ye lê li Şamê ji dayîk bûye û 10ê Kanûna Paşîn a 2026an li taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê canê xwe ji dest da.

Hawar Qendîl: Navê wî yê fermî Dawud Mihemed e û li bajarê Kobaniyê ji dayîk bûye û 10ê Kanûna Paşîn a 2026an li taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê canê xwe ji dest da.

Rojbîn Amara: Navê wê yê fermî Wîdad Mamo ye û li bajarê Hisîçayê (Hesekê) ji dayîk bûye û 10ê Kanûna Paşîn a 2026an li taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê canê xwe ji dest da.

Dilbirîn Qamişlo: Navê wî yê fermî Rojkar Nuhî ye û li bajarê Dirbêsiyê ji dayîk bûye û 10ê Kanûna Paşîn a 2026an li taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê canê xwe ji dest da.

Feraşîn Efrîn: Navê wê yê fermî Meryem Horo ye û li bajarê Efrînê ji dayîk bûye û 10ê Kanûna Paşîn a 2026an li taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst