Li Şirnexê dayik û du keçên wê ku di erdhejê de canê xwe ji dest dabûn bi axê hatin spartin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê termê dayik û 2 keçên wê ku di erdheja li Dîlokê de canê xwe ji dest dabûn bi axê hatin spartin.
Welatiya bi navê Hediye Turgut û herdû 2 keçên wê yên bi navên Asîme û Reyyan Turgut ku ji parêzgeha Şirnexê bûn, li navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê piştî erdhejê di bin kavilê avahiyekê de man û canê xwe ji dest dan.
Termê Hediye Turgut û herdu keçên wê piştî ku ji bin kavilan hatin derxistin bo navçeya Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnexê hatin şandin.
Roja Dûşemê 13ê Sibata 2023an piştî ku li Mizgefta Nuh Nebî ya li Cizîrê nimêja wan hat kirin, termê wê dayikê û 2 keçên wê li goristana bajêr ji aliyê kesûkarên wan ve bi axê hatin spartin.
Roja Dûşemê 6ê Sibata 2023an navenda wê li Mereşê dû erdhejên bi hêza 7.7 û 7.6 pileyên rîxterê çêbûn û li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê heta niha bûye sedema mirina zêdeyî 31 hezar 643 kesan û birîndarbûna nêzîkî 100 hezar kesan. Karûxebatên lêgerîn û rizgarkirina welatiyan di bin kavilan de berdewam in û amar her ku diçin zêde dibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse