Qamişlo (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji xetên pêş ên şer ên li derdora Til Berekê li başûrê Qamişlo û parêzgeha Hisîçayê vedikişin.
Li şûna HSDyê, Hêzên Asayîşê yên Rêveberiya Xweser li 12 xalan tên bicihkirin.
Şervanê HSDyê Diyar Girbawî da zanîn ku hêzên wan derdikevin û Hêzên Asayîşê dê derbasî Til Berekê bibin.
Diyar Girbawî got, “Hêzên me vedikişin û Asayîş dê derbasî Til Berekê bibe.
Em hîn neketine navçeyê, hêza me dê ji Hisîça û Qamişloyê bê lê Til Berek dê di destê Asayîşê de be.”
“Li gorî peymana Mezlûm Ebdî û hikûmetê ye”
Serokê Asayîşa Girbawiyê Ehmed Hesen jî ragihand ku ev guherîn li ser bingeha peymana di navbera Fermandarê Giştî yê HSDyê General Mezlûm Ebdî û hikûmeta Sûriyeyê de pêk tê.
Li gorî peymanê, piştî ku HSD vekişiya Asayîş dê xeta temasê bigire.
Hêzên Asayîşê li şûna HSDyê li 12 xalên li derdora Til Berekê bi cih dibin.
Ehmed Hesen got, “Li gorî rêkeftina ku General Mezlûm Ebdî bi hikûmetê re danî, em dê vê xetê bigirin heta xeta temasê. HSD derket û me şûna wan girt.”
Plana qonaxa bê
Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê meha borî dema ku êrişî Rojavayê Kurdistanê kiribû gihiştibû bajarokên Til Berek û Til Hemîsê.
Piştre li ser parêzgeha Hisîçayê peymank hat kirin ku tevahiya parêzgeha Hisîçayê ji Kurdan re bimîne.
Lewma di qonaxa bê de kontrolkirina Til Hemîs û Til Berekê di plana Asayîşê de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse