Odeya Hêzên Hêrsa Zeytûnê teqîna Efrînê girte stûyê xwe

14-07-2019
RÛDAW
Di teqînê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dabûn
Di teqînê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dabûn
Nîşan Efrîn Teqîn YPG Odeya Hêzên Hêrsa Zeytûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Odeya Hêzên Hêrsa Zeytûnê ku beşek ji hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ne, encamdana teqîna Efrînê ya berî du rojan girte stûyê xwe ku di encama wê teqînê de 16 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 41 jî birîndar bibûn. Ji qurbaniyan hejmareke mezin Kurd û sivîl bûn, lê li gor daxuyaniya Odeya Hêzên Hêrsa Zeytûnê, teqîn li ser rêbendeke polîsên serbazî û çekdarên grûpa Cebhe el Şamiye pêk hatiye.

 

Di daxuyaniyekê de, Odeya Hêzên Hêrsa Zeytûnê ku beşek ji hêzên YPGê ne encamdana teqîna Efrînê ya berî du rojan li xwe girt.

 

Hejmara qurbaniyên teqîna Efrînê zêde bûye. Li gor çavkaniyên xwecihî, di encama teqîna Roja pênşemê de ku li ser riya Tirndê li başûrê Efrînê çêbû, hejmara kuştiyan gihaştiye 16 kesan û ya birîndaran gihaştiye 41 kesan.

 

Li gor daxuyaniya ku malpereke nêzîkî Rêveberiya Xweser belav kiriye, teqînê rêbendeke polîsên serbazî û çekdarên grûpa el Cebhe el Şamiye kiriye armanc.

 

Di daxuyaniya Odeya Hêzên Hêrsa Zeytûnê hat ragihand: “Ew operasyona ku bi otomobîleke mînkirî hatiye encamdan bersiv e li ser binpêkirinên ku artêşa Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê ve hatiye.”

 

Derbarê heman teqînê de,  Rêveberê Navenda Lêkolînên Yasayî li Efrînê Îmad Şêx Hesen ku rewşa Efrînê dişopîne û raportan derbarê binpêkirinên li Efrînê tên kirin belav dike, ji Rûdawê re ragihand ku hêzên ser bi PYDê û YPGê ve nikarin teqînên bi vî şêweyî encam bidin ji ber ku rewşa emnî ji aliyê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ve bi tundî kontrol kiriye. Şêx Hesen diyar kir ku ew tercîh dike ku ev teqîn ji aliyê grûpên çekdar bi xwe ve tên kirin.

 

Roja Pênşemê 11ê Tîrmehê teqîneke mezin tevahiya bajarê Efrînê hejandibû û bi dehan kes bûbûn qurbanî û zer û ziyaneke mezin gihabû mal û milkê xelkê nêzîkî cihî teqînê. Li gor çavkaniyeke taybet bi Rûdawê, teqîn bi tankereke mînkirî hatibû encamdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst