Hewlêr (Rûdaw) - Li 21 parêzgehan Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo daxwaza mafê hêviyê yê ji bo Rêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan çalakî tên sazkirin.
Çalakî îro piştî nîvro bi pêşengiya partî û saziyên siyasî li 14 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û 7 parêzgehên Tirkiyeyê tên lidarxistin.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê sala 2014an cezayê giran ê heta hetayî yê bêyî îhtimala berdanê yê Abdullah Ocalan wekî binpêkirina xala qedexekirina şkence û miameleya xirab a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bi nav kiribû.
Heman biryar ji bo her yek ji Ciwan Boltan, Hayatî Kaytan û Emîn Gurban jî derketibû ku ew jî girtî ne û ceza li wan hatiye birîn lê Tirkiyeyê ti gav neavêtine.
Li gorî agahiyan Komîteya Wezîran a Encûmena Ewropayê dê di civîna xwe ya rojên 15-17ê Îlonê de "Mafê Hêviyê" gotûbêj bike.
Mafê Hêviyê, ew e ku rê dide piştî derbasbûna demeke diyarkirî, ji aliyê saziyeke îdarî an darazî ve nirxandin were kirin ka gelo ew kesên ku cezayê girtina heta hetayî li wan hatiye birîn, dikarin werin berdan an na.
Berî civînê çalakî tên lidarxistin û daxuyanî tên dayîn.
Çalakiyên îro bi daxwaza "Bila biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê were bicihanîn, Mafê Hêviyê were naskirin û gavên hiqûqî werin avêtin" tên kirin.
Bernameya çalakî û daxuyaniyan wiha ye:
Bakurê Kurdistanê
Amed: Saet 17:30î li ber AZC Plazayê li Ofîsê
Xarpêt: Saet 18:00an li ber Garaja Xozatê
Êlih: Saet 16:00an li Salona Pêşangehê ya Yilmaz Guney
Sêrt: Saet 18:00an li Meydana Demokrasiyê
Dêrsim: Saet 18:00an li Cadeya Hunerê
Çewlîg: Saet 15:00an li ber navenda DEM Partiyê
Wan: Saet 14:00an li Cadeya Hunerê
Colemêrg: Saet 14:00an li ber Navenda Kar a Zagrosê
Mûş: Saet 14:00an li ber Parka Ataturk
Mêrdîn: Saet 14:00an li ber Salona Dawetê ya Solhanê
Şirnex: Saet 14:00an li Cadeya Hunerê ya Cizîrê
Riha: Saet 14:00an li ber Novada Parkê
Semsûr: Saet 14:00an li Şaxa Semsûrê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Sektora Giştî (KESK)
Dîlok: Saet 14:00an li Parka Yeşîl Suyê
Tirkiye
Enqere: Saet 14:00an li ber Şaredariya Çankayayê
Îzmîr: Saet 14:00an li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê
Adana: Saet 14:00an li Parka Înonuyê
Mêrsîn: Saet 17:00an li ber rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Akdenîzê
Antalya: Saet 14:00an li Meydana Atalosê
Stenbol: Saet 14:00an li Meydana Şîşhaneyê
Bursa: Saet 14:00an li Meydana Şarê
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse