Ocalan: Siyasetmedar silava xwe bi Kurdî didin lê bi Tirkî diaxivin

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Zimanê Kurdî Zimanger Mehmet Ocalan Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan diyar kir ku divê di her qadê de bi Kurdî were axaftin û kesên bi Kurdî naaxivin rexne kir û got, “Dema siyasetmedar derdikevin ser kursiyê silava xwe bi Kurdî didin lê bi Tirkî diaxivin.

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê Kongreya 1emîn  a ZIMANGERê li Salona Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Rihayê hat lidarxistin.

Li salona konferansê pankartên “Perwedeya zimanê dayikê bingeha civakê ye”, “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” û "Statuyê Kurdkî perwerdeyê bi Kurdkî" hatin daliqandin.

Di kongreyê de peyamên girîng ên derbarê zimanê Kurdî de hatin dayîn û rexneyên tund li siyasetmedaran hatin girtin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucuyê diyar kir ku divê Kurdî ji asîmîlasyonê rizgar bibe û got, "Divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û bibe zimanê fermî."

Peyama Îmraliyê: Kurdî biparêzin

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan jî wekî axaftvan beşdarî kongreyê bû û behsa hevdîtina xwe ya li Îmraliyê kir.

Ocalan destnîşan kir ku di hevdîtinan de bang hatiye kirin ku Kurdî bê bipêşxistin û li her derê bê axaftin.

Omer Ocalan anî zimên ku di hevdîtinên Îmraliyê de hatiye gotin divê zimanê Kurdî li her derê were parastin û hemû alî xwedî li Kurdî derkevin.

“Ez vê yekê rexne dikim”

Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan jî di kongreyê de axivî û siyasetmedarên DEM Partiyê rexne kirin.

Mehmet Ocalan got, "Siyasetmedar dema derdikevin ser dikê silavê bi Kurdî didin lê piştre bi Tirkî diaxivin. Ez vê yekê rexne dikim."

"Mîna mirîşka mirî bêhn jê tê"

Mehmet Ocalan diyar kir ku heta niha ji bo Kurdî bedêlên mezin hatine dayîn û wî li Îmraliyê ji Abdullah Ocalan re gotiye ku li saziyên Kurdan û DEM Partiyê Kurdî nayê axaftin.

Mehmet Ocalan gotina kekê xwe bi bîr anî û got:

“Dema siyasetmedar derdikevin ser kursiyê silava xwe bi Kurdî didin lê bi Tirkî diaxivin. Ez vê rexne dikim.

Têkoşîna Azadiyê ya Kurd, ji bo Kurdî bedelên mezin da. Heke em rastiya xwe nebînin, em nikarin pêvajoyê bi ser bixin.

Têkildarî neaxaftina bi Kurdî min agahî bi Rêber Apo re parve kirin.

Wî jî ji min re got, ‘Eger Kurdek li nava mala xwe bi Kurdî neaxive, mîna mirîşkeke mirî ya avêtine kolanê dê bêhn bide.’

Em di pêvajoyeke zehmet de ne. Lê belê ji bo me ya herî pêşîn Kurdî ye. Divê em li saziyên xwe bi Kurdî biaxivin. Dereng nîne, em dikarin bi ser bikevin. Rêber Apo di vê mijarê de balê dikişîne ser rola birêvebiriyê xwecihî. Divê her kes piştgiriyê bide saziyên ziman.” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst