Di Zapê de termê jinekê hat dîtin: Bavê Avestayê dibêje 'Keça min e'

7 demjimêr berê
RÛDAW
Avesta Yûsiv\ Wêne: Arşîv
Avesta Yûsiv\ Wêne: Arşîv
Nîşan Avesta Yûsiv Çemê Zapê Deşta Herîrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li nêzîkî Herîrê di Çemê Zapê de termê jinekê hat dîtin. Bavê Avestayê got, "Ew term ê keça min e."

Yûsifê bavê Mamosta Avestayê ji Rûdawê re behsa hûrgiliyan kir û got, "Şêx Babo (Mela Mistefa Mesûd Barzanî) ji min re telefon vekir û got, 'Were, termek hatiye dîtin û keça te ye.' Ez niha diçim wê derê."

Avesta Yûsifa 27 salî, 5ê Nîsana 2025an li sînorê qezaya Mêrgesorê ya Îdareya Serbixwe ya Soranê ketibû nav Çemê Tengatûrê.

Her wiha Serperiştiyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb ji Rûdawê re got: "Li gorî belge û lêkolînên destpêkê, bi îhtimaleke mezin ew termê ku hatiye dîtin ê Avestayê ye."

Helgurd Şêx Necîb ji Rûdawê re got, "Lêkolîn berdewam dikin û pişkinîn ji bo term tê kirin. Term li berava Zapê li jêra Bendava Bêxmeyê li sînorê qezaya Akrê hatiye dîtin."

Li gorî zanyariyên nûçegihanê Rûdawê Endam Cebar, dûrahiya cihê ku term lê hatiye dîtin û cihê ku Avesta Yûsif lê ketibû çem 119 kîlometre ye.

Parêzgarê Hewlêrê: Belge nîşan didin ku ew term ê Avesta Yûsif e

Li aliyê din, Parêzgarê Hewlêrê Umed Xoşnaw jî ragihand ku belge nîşan didin ku ew termê îro êvarê di Çemê Zapê de hatiye dîtin, termê Avesta Yûsif e.

Li gorî zanyariyan ew cilên ku di wêneyê dawî yê li devera Barzan de li ser Avestayê bûn, li ser wî termî jî hene.

Termê hatiye dîtin li Tiba Dadî ya Hewlêrê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst