Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nasnameyên 2 şervanên ku li îsal canê xwe ji dest daye eşkere kirin.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şervanên ku li Reqa û Derêzorê canê xwe ji dest daye eşkere kirin.
HSDyê da zanîn ku şervanan di dema li ser erka xwe bûn canê xwe ji dest daye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şervanê bi navê Şiyar Dirbêsiyê di bersivdana êrişeke şaneya rêxistina DAIŞê de canê xwe ji dest daye.
Her wiha Şahîn Efrîn jî di qezayeke leşkerî de dema li ser erka xwe bû canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên 2 şervanan wiha ne:
Şiyar Dirbêsiyê (Newres El Selman) li Dirbêsiyê ji dayîk bûyerê 10 Kanûna Pêşîn a 2025an li Dêrezorê canê xwe ji dest daye.
Şahîn Efrîn (Ehmed Îbrahîm) li Helebê ji dayîk bûyer û 31ê Çiriya Pêşîn a 2025an li bajarê Reqayê canê xwe ji dest daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse