KIRMAŞAN - Sobeya gazê qira malbatekê anî

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Kirmaşan Mirin Gaza Sobeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Selasê Bawecanî yê parêzgeha Kirmaşanê sê endamên malbatekê ji ber gaza sobeyê canê xwe ji dest da.

Birêvebirê Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Parêzgeha Kirmaşanê Mesûd Qelesfîdî ragihand, "Bûyer îro li bajarê Selasê Bawecanî rû daye."

Mesûd Qelesfîdî diyar kir ku tîmên tenduristiyê piştî ku hatin agahdarkirin ku bûyereke bijehrêketina bi gazê heye, yekser çûne cihê bûyerê.

Li gorî gotina Mesûd Qelesfîdî zilamekî 35 salî, hevjîna wî ya 34 salî û zarol wan ê 3 salî ji ber gazê mirine.

Tedbîrên ewlehiyê nehatine stendin

Qelesfîdî da zanîn ku li gorî lêkolînên destpêkê, liberçavnegirtina tedbîrên xweparastinê û rênîşanderên taybet bi danîna sobeya gazê bûne sedema bûyerê.

Amarên bijehrêketinê metirsîdar in

Li gorî amarên fermî yên Bijîşkiya Dadî ya Îranê, tenê di meha yekem a demsala payîza îsal de 221 kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi gaza karbonmonoksîtê bi jehreê ketine û 11 kesan ji wan canê xwe ji dest daye.

Herî zêde li parêzgehên Urmiye (39 kes), Sine (25 kes) û Tewrêzê (18 kes) bûyerên bijehrêketina bi gaza karbonmonoksîtê hatine tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst