Par li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 3 hezar zarok di qezayên trafîkê de mirin

22-09-2025
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Îran Qezayên Trafîkê Zarok Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Polîsê Trafîkê yê Îranê Teymûr Huseynî ragihand ku par li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 3 hezar zarok di qezayên trafîkê de mirine ku hinek ji wan xwendekar bûne.

Huseynî her wiha diyar kir ku bi destpêkirina sala nû ya xwendinê re dê trafîka nav bajaran ji sedî 20 zêde bibe û ev jî dê hejmara qezayan zêdetir bike.

Zêdetirî 20 hezar qurbanî

Birêvebirê Polîsê Trafîkê yê Îranê got, “Par li seranserê Îranê zêdetirî 20 hezar kesan di qezayên trafîkê de canê xwe ji dest daye ku nêzîkî 3 hezar ji wan zarok bûne.”

Li gorî gotina Teymûr Huseynî, ji bo kêmkirina qezayên trafîkê û hejmara qurbaniyan, divê hemû sazî û dezgehên hikûmetê yên wekî Wezareta Perwerdeyê, şaredarî û birêvebiriyên rêyan û her wiha welatî jî alîkariya polîsên trafîkê bikin.

Plana parastina xwendekaran

Birêvebirê Polîsê Trafîkê yê Îranê her wiha eşkere kir ku ji bo parastina canê zarok û xwendekaran, wan planek ji bo dema destpêkirina sala nû ya xwendinê amade kiriye û li gorî biryarê dê dewriyeyên polîsan li nêzîkî dibistanan bên zêdekirin.

Salane li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi hezaran kes di qezayên trafîkê de dimirin.

Sibe li Îran û Rojhilatê Kurdistanê sala nû ya xwendinê dest pê dike.

Li gorî Saziya Bijîşkiya Dadî ya Îranê, ji 21ê Adara 2024an heta 21ê Adara 2025an, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 20 hezar û 45 kesan di qezayên trafîkê de mirine

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst