Amed (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê danîna qeyûm a li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji aliyê DEM Partî û DBPyê ve bi awayekî girseyî hat şermezarkirin.
Bi bangewaziya DEM Partî û DBPyê, ji bo azadiya Rêberê PKKy’ê Abdullah Ocalan li Qada Şêx Seîd a Amedê çalakiyek hat lidarxistin.
Çalakî paşê veguhezî şermezarkirina danîna qeyûm a li ser Şaredariya Wanê û desteserkirina Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun.
Girseya DEM Partiyê heta ber Mizgefta Mezin meşiya û xwest qeyûmên li ser şaredariyan hatine danîn bêne rakirin.
“Nûnerên me bi qirkirinên siyasî re rû bi rû dimînin”
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Halide Turkogluyê got:
“Nûnerên me, vîna me, hemû hevalên me yên ku vîna me ne, eger bi qirkirinên siyasî re rû bi rû dimînin, eger îro Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun bi şkenceyê tê desteserkirin, ev nêzikahiya li dijî vîna me ye.
Ev destêwerdana li mafê me yê birêvebirinê ye. Em vê qebûl nakin. Em dê li dijî van zextan têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Li gorî rûniştvanên Amedê jî danîna qeyûman li dijî demokrasiyê ye û desteserkirina hevşaredaran jî tolhildana hilbijartinan e.
“Qeyûm bi xwe derbeyek e”
Xwenîşandarekî got, “Qeyûm bi xwe derbeyek e li îradeya gel. Ev ji aliyekî ve jî tolhildan e.
Desthilatdariya ku nikare bi civakê re serederî bike, nikarin daxwazên xwe bi gel bidin qebûlkirin bi vî awayî bi cih tînin.
Ji bo Wanê jî wiha dikarim bibêjim, tola 31ê Adarê girtin. Wê çaxê wam nikaribû Şaredar bigire îcar wan îro ew girt.”
Kesekî din jî got, “Ez neletê li wan dibarînim. Tu tiştekî din nabêjim. Bila di gewriya wan de bimîne. Ew jî bi halê me be.”
Piştî ku li Şaredariya Wanê qeyûm hat danîn, DEM Partiyê biryar girt ku çalakiyên şermezarkirina qeyûman li gelek bajaran bide destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse