Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Nûrî Malikî dike

15-07-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Iraq Nêçîrvan Barzanî Nûrî Malikî Pîrozbahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê û Emîndarê Giştî yê Hizba Daweya Îslamî ya Iraqê bi riya telefonê axivîn.

 

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, peywendiya telefonî êvara Yekşemê hatiye encamdan û têde Nêçîrvan Barzanî bi boneya hilbijartina Nûrî Malikî weke Emîndarê Giştî yê Hizba Deiwe ya Îslamî, pîrozbahî li wî kiriye û hêviya serkeftinê jê re xwest.

 

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di pêwendiya telefonî de, Nûrî Malikî spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kiriye û hêviya serkeftinê bo Nêçîrvan Barzanî, Herêma Kurdistan û Iraqê bi giştî xwestiye.


Roja Şemî 13ê Tîrmehê kongreya giştî ya Partiya Deiwe ya Îslamî ya Iraqê bi beşdariya nêzîkî 350 serkirde û endaman bi dawî hat ku têde bo cara duyem Nûrî Malikî weke Sekreterê Giştî hate hilbijartin.

 

Hejmareke mezin ji serkirdeyên Partiya Deiwe ji rewşa partiya xwe nerazî ne û ji wan jî serkirdeyê herî xuya Heyder Ebadî ye, ku piştî dubare hilbijartina Nûrî Malikî weke Sekreterê Giştî yê wê partiyê, di daxuyaniyekê de ragihand, Partiya Deiewe dikare xwe rêk bixe bi şêweyekê ku guncaw be li gel dîroka wê ya dêrîn û erkên mezin ên niştimanî ku li Iraqê hene, dûr ji monopolkirin û serdestbûna berjewendiya çînekê bi ser karûbarên wê û siyasetên wê de.

 

Nûrî Malikî pêştir di navbera sala 2006 heta 2014an de serokwezîrê Iraqê bû.  Herwiha ji sala 2014 heta 2015an jî Cîgirê Serokomarê Iraqê bû.

 

Piştî rûxana rejîma Beis û nemana desthilata Sedam Hisên, Nûrî Malikî bûbû Endamê Encûmena Demkî ya Desthilatê û herwiha Endamê Komîteya Nivîsandina Destûrê jî bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst