Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarên Tirkiyeyê meha Tebaxa 2023yan rêjeya baranê li gorî heman meha sala par ji sedî 60 kêm bûye.
Herwiha li bajarên Bakurê Kurdistanê jî zêde bûye.
Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, “Rapora Baranê ya Tebaxa 2023yan” eşkere kir.
Li gorî amaran, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi giştî meha tebaxê serê metreçargoşeyekê 6,4 kîlogram baran bariyaye.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, Tebaxa 2022yan serê metreçargoşeyekê 16,1 kîlogram baran bariyabû.
Di navbera salên 1991-2020î de di mehên tebaxê de bi giştî serê metreçargoşeyekê rêjeya baranê 14,8 kîlogram bû.
Li gorî raporê, sala 2023yan li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi giştî li gorî sala par baran ji sedî 57 kêm bûye
Herwiha di meha tebaxê de jî ji sedî 60 kêm bûye.
Li Bakurê Kurdistanê baran zêde bû
Li bajarên Riha, Amed, Dîlok, Mêrdîn, Şirnex, Sêrt, Êlih, Semsûr û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê bi giştî meha Tebaxa 2023yan rêjeya baranê li gorî heman meha sala par ji sedî 78 zêde bûye.
Li bajarên wekî Erzirom, Erzingan, Qers, Erdexan, Agirî, Îdir û çend bajarên din ên Bakurê Kurdistanê jî meha Tebaxa 2023yan serê metreçargoşeyekê 7,4 kîlogram baran bariyaye.
Sala par heman mehê serê metre çargoşeyekê 3,4 kîlogram baran bariyabû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse