Hewlêr (Rûdaw) – Yek ji Rêveberên Destpêka Nû Enes Atîla Pay ragihand ku ew ew dixwazin nûneratiya Kurdan bihêztir bikin û got: “Armanca me ya sereke ew e ku em pirsa Kurd çareser bikin û statuya Kurdan bidestbixin. Meseleya me ya girîng û sereke ev e.”
"Destpêka Nû" ku ev sê sal in, bi armanca ku bibe partiyeke navendî ya Kurdî, dest bi xebatên xwe yên partiyê kiriye û îro 15ê Cotmeha 2022yan li Stenbolê deklarasyona xwe ji raya giştî re eşkere kir.
Yek ji Rêveberên Destpêka Nû Enes Atila Pay beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa xebat û armancaên Destpêka Nû kirin.
Enes Atila Pay got: “Ev pêvajo sê sal in didome. Beriya 3 salan me li Amedê bi 15-20 kesî komxebatek li dar xist û me li ser valahiya heyî ya di siyaseta Kurd de û çawa divê were tijekirin nîqaş kir. Komxebata me du rojan dewam kir û hat destnîşankirin ku li Tirkiyeyê di siyaseta Kurd de valahî heye û divê ev valahî bi partiyeke girseyî ya navendî bê dagirtin. Piştî vê komxebatê bi qasî 400 kesî re hevdîtinên şêwrê hatin lidarxistin. Di dawiya van danûstandinan de biryar hat dayîn ku ev partî û tevger ji raya giştî re were ragihandin. Piştî daxuyaniya îro dê xebatên me bidomin.”
Pay destnîşan kir ku ew dixwazin partiyeke girseyî ava bikin û got ku divê beriya ku dest pê bikin bi rewşenbîr û siyasetmedaran re hevdîtin bikin.
Pay dibêje: “Cûdahiya sereke ya me û partiyên din ew e ku partiyeke navendî ye. Em dixwazin partiyeke weke sîwan ava bikin ku tê de hemû cudahiyên olî, netewî û rewşenbîrî bên temsîlkirin. Partiyeke ku hemû welatparêzên Kurd ên rastgir, çep û mihafizakar dikarin tê de cih bigirin. Ya duyemîn jî, em dixwazin partiyeke girseyî ava bikin û bi gel re kar û xebatên xwe bimeşînin. Ya sêyem jî em dixwazin nûnertiya Kurdan hêj xurtir bikin.”
“Em jî dixwazin pirsgirêkên civakî yên gelê Kurd çareser bikin”
Rêvebirê Destpêka Nû amaje bi wê yekê kir ku ew dixwazin pirsa Kurd çareser bikin û statuya Kurdan bidest bixin û got: “Armanca me ya sereke çareserkirina pirsgirêka Kurd û statûbûna Kurdan e. Elbet pirsgirêkên Kurdan ne tenê siyasî ne, di heman demê de pirgirêkên civakî jî hene û em dixwazin wan jî çareser bikin. Bi giştî em dixwazin hem pirsgirêka nasnameyê û hem jî pirsgirêkên civakî yên weke perwerde, aborî û tenduristiyê çareser bikin. Hewl û xebatên me li ser vê bingehê ne.”
‘Divê dewlet mafê gelê kurd yê diyarkirina statuya xwe nas bike’
Pay teqez kir ku mafê her gelî ye ku statuya xwe diyar bike û got, “Em dibêjin divê beriya her tiştî dewlet û hemû aliyên din vî mafî nas bikin. Kurd miletek e, ev milet jî dikarê şêwaza paşeroja xwe bi statuyekê diyar bike."
Derbarê fînansekirinê de jî Pay, da zanîn ku ji destpêka pêvajoyê heta niha bi derfetên xwe karîne xwe fînanse bikin û diyar kir ku ji niha û pê ve jî dixwazin bi awayekî şefaf bi raya giştî re tevbigerin.
Rêvebirê Destpêka Nû herwiha eşkere kir ku piştî birêxistinkirina rêxistin û endamên partiyê ew dê li ser gavên din jî bixebitin û destnîşan kir ku ew ê di dema pêş de jî bi awayekî vekirî bi rêya medya û medyaya civakî xebatên xwe bidomînin.
Pay herî daî got, “Ji ber ku em hêj di pêvajoya partibûnê de ne, em nikarin derbarê hilbijartinê de biryareke giştî bidin. Lê piştî ku pêvajoya partiyê bi dawî bû em dê di vê mijarê de biryarê bidin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse