Akademîsyenên Rojavayê Kurdistanê ji bo mafên Kurdan reşnivîsek dane Şamê

15-11-2020
RÛDAW
Ala Sûriyê li Şam a paytexta wî welatî, wêne: Hassan Ammar/AP
Ala Sûriyê li Şam a paytexta wî welatî, wêne: Hassan Ammar/AP
Nîşan Sûriye Rojavayê Kurdistanê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke akademîsyen û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê serdana Şam a paytexta Sûriyê kirin û bi navbênkariya Rûsyayê li Şamê li gel rayedarên hikûmeta Sûriyê civiyan.

Dr.Ferîd Sadûn, akademisiyenê Kurd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, niha şandeke Kurdî ji akademîsyen û kesayetiyên serbixwe û nûnerên civaka sivîl (NGO) li Şamê ye.

Ferîd Sadûn, di dema beşdarbûna di Bernameya Çavê Sêyem a Radyoya Rûdawê de da zanîn, ku reşnivîsa nêrînekê di navbera wan kesayetiyên Kurd û Rûsya de hatiye amadekirin û niha ew reşnivîs li gel hikûmeta Sûriyê tê gotûbêjkirin.

Ferîd Sadûn diyar jî kir, ku hikûmeta Şamê daxwaza hinek guhertinan di wê reşnivîsê de kiriye û got, ku Şam bi erênî nêzîkî reşnivîsa wan bûye, lê ti sozek an biryarek nedaye.

Bi gotina wî akademîsyenê Kurd, dê mafên Kurdan ji aliyê Şamê ve bê qebûlkirin û destnîşan kir, Rûsya weke garentor rola xwe dibîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst