Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bersiva îdiayên desthilata Şamê da û ragihand ku îdiayên derbarê "dronên Îranî" û "çekdarên biyanî" de derewên sîstematîk in.
HSDyê diyar kir ku di nava refên komên girêdayî Şamê de bi hezaran çekdarên Ozbek û Çeçen hene.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê daxuyaniyek belav kir û tometên desthilata Şamê red kirin.
HSDyê ragihand ku desthilata Şamê bi zanebûn kampanyayeke reşkirinê dimeşîne.
"Kampanyaya çewtkirinê ye"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku desthilata Şamê derewên sîstematîk belav dike û wiha hat gotin:
"Desthilatdarên Şamê belavkirina derewên sîstematîk ên derbarê hebûna dronên Îranê yan jî hebûna şervanên biyanî di nava refên hêzên me de didomînin.
Ev îdia beşek in ji kampanyaya çewtkirinê ya bi zanebûn ku peyamên xerab arasteyî aliyên navneteweyî dikin.
Armanc ew e ku navê HSDyê reş bikin, rola wê kêm bikin û têkiliyên wê yên bi hevkar û saziyên navneteweyî re xera bikin."
"HSD hêzeke niştimanî ye"
HSDyê tekez kir ku ew hêzeke Sûriyeyî ne û got:
"HSD hêzeke niştimanî ye û şervanên wê ji keç û xortên gelê Sûriyeyê û ji hemû pêkhateyên wê yên curbicur pêk tên."
"Çekdarên Ozbek û Çeçen li cem wan in"
Di dawiya daxuyaniyê de HSDyê bal kişand ser hebûna çekdarên biyanî yên di nava refên komên girêdayî Şamê de:
"Di heman demê de, belgeyên piştrastkirî hene ku hebûna bi hezaran çekdarên biyanî yên ji neteweyên cuda, di nav de Ozbek û Çeçen, di nava refên komên girêdayî desthilata Şamê bixwe de piştrast dikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse