Bersiva HSDyê ji bo Şamê: Yekîtiya me ji fitneya we xurttir e

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan HSD Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê Artêşa Ereban a Sûriyeyê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bersiva daxuyaniyên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê da û ragihand ku bangên wan nîşaneya îflasê ne û dê nikaribin fitneyê bixin navbera pêkhateyan.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bersiva bangên Şamê yên ji bo şervanên HSDyê da.

HSDyê di daxuyaniya xwe de got:

"Ew bangên ku ji aliyê 'Wezareta Parastinê' ya li Şamê ve hatine kirin û hewl didin şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk bikin hedef, ji bilî bangên bêhêvî û eşkere ne tiştekî din in.

Ev bang îflasa siyasî û leşkerî nîşan didin û hewldaneke têkçûyî ne ji bo derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de."

"HSD hêzeke niştimanî ya yekgirtî ye"

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat teqezkirin ku HSD bi hemû pêkhateyên xwe ve hêzeke yekgirtî ye û wiha hat gotin:

"Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bi şervanên xwe yên Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên din ve hêzeke niştimanî ya yekgirtî pêk tînin û di rûbirûbûna terorê û parastina sivîlan de bi xwînê bûn yek.

Ev şervan û malbatên wan zarokên vî welatî ne, di girêdana xwe de niştimanperwer in û bijarde û helwesta wan zelal e.

Wan bi salan e bi qurbaniyan îsbat kiriye ku yekîtiya wan ji hemû hewldanên fitneyê xurttir e.

Bangên wiha yên bêhêvî dê bandorê li wan nekin û dê tenê bibin sedema zêdebûna hevgirtina di navbera zarokên herêmê û kombûna li dora hêzên wan de."

"Dê rastiyan neguherînin"

HSDyê her wiha destnîşan kir ku hewldanên Şamê bê encam in û daxuyanî wiha bi dawî kir:

"Hewldanên ji bo perçekirina refan û çandina fitneyê dê tiştekî ji rastiyên li ser erdê neguherînin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk û li gel xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li hemberî terorê û her kesê ku dixwaze bi awayên nû wê veguhêze, di refekê de bimînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst