Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber koça dawî ya birayê wî sersaxî ji Elî Sîstanî re xwest û got, “Em şirîkê xema we ne.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û tê de got:
“Me bi xem û kederake mezin nûçeya koça dawî ya birayê Cenabê Merceyê Bilind ê Olî Ayetulahê Uzma Seyîd Elî Sîstanî, xwedêjêrazî Ayetulah Seyîd Hadî Sîstanî bihîst.”
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de got:
“Bi boneya vê karesata biêş, em sersaxiyên xwe yên kûr û hevxemiya xwe ya ji dil ji cenabê wî û malbata wî ya hêja û serbilind dikin, em şirîkê xema wan in.”
Li gorî zanyariyan, Seyîd Hadî Sîstanî ku birayê biçûk ê Elî Sîstanî ye û yek ji mamosteyên Hewzeya Zanistî bû, demeke dirêj bû nexweş ketibû û îro înê li nexweşxaneyeke bajarê Qûmê koça dawî kir.
23yê Kanûna Pêşîn a 2025an, Ayetulah Elî Sîstanî di nameyekê de ji bo birayê xwe, dilgiraniya xwe li hemberî têkçûna rewşa tenduristiya Seyîd Hadî derbirîbû û tê de nivîsandibû:
“Nûçeya nexweşketina we bû sedema dilgiraniya me, di van rojan de min bi berdewamî pirsa tenduristiya we kiriye û diaya başbûnê ji we re dikim.”
Şîeyan di pesnê Seyîd Hadî Sîstanî de li ser torên civakî nivîsandiye:
“Seyîd Hadî Sîstanî, zanayekî olî yê diyar ê Şîe û kesayetiyeke naskirî ya bajarê Necefê bû.
Bi sadebûn û nefsbiçûkiya xwe dihat naskirin û di parastina eqîde û mezhebê de xwedî roleke diyar bû.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse