Çîroka rizgarkirina keçeke 17 salî li Mereşê; Li ber devê kepçeyê filitî

16-02-2023
Kerîm Şewqî
Nîşan Erdhej Mereş Erdheja Mereşê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 248 demjimêran ji erdhejê li Taxa Kayabaşî ya Mereşê û di bin apartmana Atabey de keçek zindî hat derxistin, dema rizgarkirinê bavê wê keçê wek dîna lê hatibû bawer nedikir ku keça wî zindî rizgar bûye. Nûçegihanê Rûdawê Heyder Doskî li Taxa Kayabaş a Mereşê çûye wî cihê ku îro 16/2/2023an keçek lê hatiye rizgarkirin.

Yûsif şofêrê wê kepçeyê ye ku karê kolandinê di nav avahiyê de dikir, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, dema wî li ser kepçeyê kar dikir kirîşek derketiye pêşiya wan, kesên madencî ku bi wî re bûne, hewar dikin dibêjin bisekine kesek bi zindî li vir heye. Dema diçin temaşe dikin keçek zindî di bin kavilan de ye, keçek 17 salî ku tevgerê dike, piştre tîmên rizgarkirinê hatine û ew keçik di bin kavilan de derxistine.

Navê wê keça 17 salî ya ku îro di 11mîn roja piştî erdhejê de hatiye rizgarkirin, Aleyna Olmez e. Aleyna piştî ku midaxeleya destpêkê ya tîma tendirustiyê, bo nexweşxaneyê hat veguhastin.

 

class="twitter-tweet">

Ekîbên rizgarkirinê, îro li Mereşa Bakurê Kurdistanê keçeke 17 salî 248 saetan piştî erdhejê ji bin kavilan sax derxistin#Erdhej #ErdhejaMereşê pic.twitter.com/7lmrAUFu20

— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 16, 2023

 

Yûsif ji Rûdawê re got ku Apartmana Atabey ya li taxa Kayabaş a Mereşê 7 qatî bû û 5 blok têde bûn, heta niha 50 cenaze di bin kavilên wê avahiyê de derxistine û  25-30 kes jî di bin kavilan de mane lê ew nizain ka mirine yan zindî ne. 

Niha tîmên taybet bi ên lêgerînê bi kuçikên xwe li dora avahiyan digerin ku kesên di bin kavilan de mane peyda bikin.

Di dema rizgarkirina wê keça 17 salî de bavê wê li ber avahiyê bûye, dema ku dibîne keça wî hatiye rizgarkirin ji xweşiyan nikare baxive û weke dîna lê tê. Bawer nake keça wî piştî 250 demjimêran hatibe rizgar kirine, heta diçe ber ambulansê û li keça xwe temaşe dike. 

Şofêrê Kepçeyê, Yûsif ji Rûdawê re got, 10 roj in ew li ser Apartmana Atabey kar dikin û diyar kir, ew dê heta 4 yan 5 rojên din jî kar bikin.

Kesûkarên wan mirovên di bin kavilan de mane hê jî hêviya xwe wenda nekirine û li bendê ne ku zarok, dê, bav û bira û malbatên wan bi zindî ji bin kavilan bêne derxistin. 

Tenê li taxa Kayabaşî ya Mereşê 7-8 avahî bi temamî herifî ne û niha karkirin li ser wan avahiyan berdewam e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst