KOYE - Bi dronan êrişî kampa penaberan hat kirin

1 demjimêr berê
Nîşan Koye Dron Êriş HDK Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDK)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Koyeya Başûrê Kurdistanê careke din bi dronan êrişî kampên penaberên Rojhilatê Kurdistanê hat kirin.

Çavkaniyeke agahdar da zanîn ku êriş demjimêr saet 13:15an pêk hatiye û ti xisarên canî çênebûne.

Dronê li navçeya Koyeyê kampên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK) kirin hedef.

Çavkaniyeke agahdar ê ji Kampa Emîriyeyê ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK) ji Rûdawê re ragihand ku êriş bi dronekê hatiye kirin.

Wê çavkaniyê diyar kir ku dron li nêzîkî Goristana Şehîdan a Demokratê û fêrgeha kevn a partiyê ketiye xwarê.

Li gorî gotina wê çavkaniyê, ew fêrgeh ji mêj ve vala ye û di êrişê de ti kesî canê xwe ji dest nedaye.

Ji 28ê Sibatê anku ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ve, Herêma Kurdistanê bi zêdetirî 300 dron û mûşekan hatiye armanckirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst